Şêniyên Girke Legê û Çilaxayê nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê nîşan da

Li gundên Girke Legê û Çilaxayê şêniyan nerazîbûna xwe ya li hember biryara Wezareta Perwerdeyê anî ziman û got ew bi mafê xwe yê ziman ve girêdayî ne.

Şêniyên Girke Legê û Çilaxayê nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeyê nîşan da
10 îlon, 2026   06:25
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-BESNA ŞEMO

Ji gundê Sêgir ê Girke Legê û gundê Kişk ê Çilaxayê malbatên xwendekaran li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê bertekên xwe nîşan dan.

Wanî Mihemed got: "Zarokên min zehmetî dibînin ku fêrî zimanê erebî bibin, ev 12 salin ew bi zimanê kurdî dixwînin, em jî naxwazin ku zarokên me ji derveyî kurdî bi zimanê dîtir bixwînin, ev zimanê dayîka wan e û bila xwendina xwe bi zimanê xwe bidomînin."

Hêlîn Omer jî got: "Ez ji refê yekemîn bi zimanê kurdî dixwînim û niha temenê min 13 sal e, ez dixwazim bi kurdî xwendina xwe dewam bikim. Êdî ji me re zehmete ku em bi zimanê erebî bixwînin, em fêrbûne bi kurdî bixwînin."

Stêra Cangîr a 14 salî ku refa 8`emîn dixwîne, got: "Hemû xwendekar bi mafê xwe yê bi zimanê xwe yê dayîkê, xwendina xwe berdewam bikin, girêdayî ne. Em li dijî vê biryarê ne, em dixwazin bi zimanê kurdî bixwînin."

Xwişka wê Şîrîn Cangîr a refa 6`emîn dixwîne, got: "Em zimanê erebî nizanin û ji me re zehmet e, bila ziyan negihîjê siberoja me."

Ji Çilaxayê jî xwendekar Nergiz Silo axivî û got: "Em çalakiyên xwe berdewam bikin heyanî ku vê biryarê biguherînin, mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin."

Feyrûz Silêman jî got: "Ez naçim dibistanê heyanî ku biryar were guhertin û garantî bidin ku em ê bi zimanê xwe bixwînin."

Mihdî Hisên diyar kir ku zarokên wan ev bûye 14 sal bi zimanê kurdî dixwînin û wiha pê de çû: "Em qebûlnakin ku careke dîtir zimanê me paşguh bikin."

Hisên Şehab jî got: "Divê garantî were dayîn ku zarokên me bi zimanê xwe bixwînin û bila fêrî zimanên dîtir jî bibin. Em bang li Wezareta Perwerdeyê dikin ku vê pirsgirêkê çareser bike û zarokên me xwendina xwe berdewam bikin."

(np)

ANHA 

Çilaxa

Girke Legê