Şêniyên Girê Spî tabûrek ava kir

Şêniyên gundê Korek ê rojavayê bajarê Girê Spî di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de tabûrek bi navê "Şehîd Kawa" ava kir.

Şêniyên Girê Spî tabûrek ava kir
30 kanûn, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bersivandina banga seferberiya giştî ya ku aliyê Rêveberiya Xweser û QSDˈê ve hatibû îlankirin, dewam dike.

Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, şêniyên gundê Korek ê li rojavayê bajarê Girê Spî avakirina tabûra "Şehîd Kawa" ragihand.

Şêniyan destnîşan kir ku dê li gel hêzên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk axa xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

(bb)

ANHA