Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye

Şêniyên kantona Dêrazorê got, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk modela herî baş ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ye .

Şêniyên Dêrazorê: Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye
12 ÇILE, 2026   04:05
DÊRAZOR
FATM EL EBID

Şêniyên kantona Dêrazorê li ser zimanê nefret û kînê ku medyayê hikumeta demkî belav dike, nerazîbûn nîşan da.

Ednan El Hamid ji bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye, diyar kir ku herêma wan berê êşa nakokiyên mezhebperestî û zimanê nefretê kişandiye. Lê belê, van ezmûnan yekitiya wan bihêztir kiriye û hiştiye ku ew her şêweyên nefretê ku civaka Sûriyeyê parçe dike napejirînin.

El Hamid bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya parastina herêmê û ewlehiya şêniyên wê ji şerê li dijî terorê.

El Hamid diyar kir ku zimanê nefretê, gef û xirabkirina ku ji hêla hin dezgehên medyayê, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û medyaya Tirkî ve têne bikar anîn, xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nakin, lê dibin sedema zêdebûna rageşî û parçebûnê. El Hamid pejirandina xurtkirina wekhevî û piştgiriya aştiya sivîl kir.

Selîm El Ebdullah  ê ji bajarokê Ebû El Xatir ê rojhilatê Dêrazorê  diyar kir ku qonaxa heyî hewce dike ku zarok û ciwanan dli ser xetereyên planên li dijî tevna civakî werin hişyarkirin.

El Ebdullah di dewama axaftina xwe de piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û bi bîr xist ku QSD’ê roleke girîng di parastina şêniyan, rizgarkirina herêmê ji terorîzmê û avakirina ewlehî û aramiyê de pêk aniye.

Selîm El Ebdullah destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serkeftinên berbiçav bi dest xistiye û got: "Ev yek di ezmûna wê de diyar e ku kiriye modela rêveberiyê ya hevpar ava bike. Ev yek dihêle ew bibe bingehek rastîn ji bo siberoja Sûriyeyê."

Merwa El Muhened ê ji Hecînê diyar kir ku yekitiya gel û hevgirtina hemû pêkhateyan bingeha parastina yekirtiya civaka Sûriyeyê ye. Merwa da zanîn ku cihêrengî ne qelsiyek e, lê belê çavkaniyek hêzê ye ger li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û hevkariyê were avakirin.

Merwa got, modela Rêveberiya Xweser kariye gelek krîzan derbas bike, ewlehiyê pêk bîne û bingehên jiyana hevbeş ava bike. Merwa destnîşan kir ku divê diyalog bibe rêbaza sereke ya çareserkirina nakokiyan, dûrî zimanê nefert û gurkirinê.

(k)

ANHA