Senatorekî Amerîkayê têkildarî gefên li dijî Kurdan hişyarî da Şamê

Senatorekî Amerîkayê hişyarî da hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku her gefek li dijî girtîgehên DAIŞˊê lê ne yan jî li dijî Kurdan û pêkhateyên din binpêkirina pransîba rakirina cezayên Qeyser e û ger berdewam bibin wê cezayên giran werin birîn.

Senatorekî Amerîkayê têkildarî gefên li dijî Kurdan hişyarî da Şamê
23 ÇILE, 2026   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Senator Josh Gottheimer, endamê Komîteya Îstîxbarat û Xizmetên Darayî ya Senatoyê li ser Xˊê got ku divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê sivikkirina cezayên Amerîkayê şaş şîrove neke û hişyarî da ku her gefek li ser girtîgehên ku girtiyên DAIŞˊê lê ne, li ser ewlehiya hevalbendên Kurd, an li ser ewlehiya pêkhateyên etnîkî, binpêkirina rakirina cezayên Qanûna Qeyserê ye.

Gottheimer destnîşan kir ku divê Şamê demildestê pêşdeçûna xwe rawestîne û hişyarî da ku ger binpêkirina berdewam bin ew ê cezayên tund bibirin.

(fr)