Şehîd Pêşewa hat oxirkirin

Şervanê YPGˈê Pêşewa (Şivan Mihemed Emîn) bi merasîmekê li bajarê Dêrikê hat oxirkirin.

Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
Şehîd Pêşewa hat oxirkirin
11 mijdar, 2024   15:12
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanê YPGˈê Pêşewa Soranî (Şivan Mihemed Emîn) merasîmek li dar xist.

Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa û hevreyên şehîd, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer a li bajarê Dêrikê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got gelê Kurdistanê îsbat kir ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna azadiya gelan de bi israr e. Sûad bal kişand ser tevlêbûna ciwanên her çar aliyên Kurdistanê ya di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em xeta şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bişopînin heya civakeke azad û demokratîk ava bikin."

Hevserokê Meclisa PYDˈê ya Dêrikê Mutîh Elî jî anî ziman ku gelê Kurd xeta berxwedanê wekî bingeh ji xwe re girtiye û got: "Gelê Kurd gelekî berxwedêr e, xwedî îradeyeke azad e ku ji bo azadiya xwe û rizgarkirina Kurdistanê tê dikoşe."

Elî di dawiya axaftiya xwe de got şehîdan bi xwîna xwe ya pak dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsand.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Pêşewa dê îro ber bi deriyê Sêmalka ve were oxirkirin û li Başûrê Kurdistanê were veşartin.

Şervanê YPGˈê Pêşewa Soranî ji Silêmaniyê ye, di 9’ê Sibata 2020’an de li Kobanê di encama qezayekê de şehîd bûbû.

(bb)

ANHA