Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin

Şervanên QSDˈê Hogir Amed û Serkêş Riha yên ku 11ˈê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbûn, li bajarê Dêrikê hatin oxirkirin.

Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
Şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha li Dêrikê hatin oxirkirin
14 mijdar, 2024   15:15
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa yên kantona Cizîrê cenazeyê şervanên QSDˈê Hogir Amed (Mihemed Can) û Serkêş Riha (Mistefa Kaytan) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê Narîşan Berekat axivî û got: “Ji bo jiyaneke ewle ji tevahî pêkhateyên herêmê re em timî amade ne fedakariyan bikin."

Endamê Federasyona Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Mihemed jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehîd Amed û Serkêş ku li hemberî komên çete li ber xwe dan, parçeyek ji bedena xwe dan û bûn gazî. Lê tevî gazî bûn jî têkoşîna xwe berdewam kirin heya gihaştin asta şehadetê."

Laleş Mihemed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen bal kişand ser êrişên qirkirin û înkarê ku ji aliyên dewletên dagirkerên Kurdistanê ve têne kirin û diyar kir ku gelê herêmê li hemberî tevahî êriş û siyasetên qirkirinê rêya berxwedanê hilbijartine û dê têkoşînê bidomîne.

Şervanên QSDˈê Hogir Amed (Mihemed Can) û Serkêş Riha (Mistefa Kaytan) 11ˈê Mijdara îsal dema li ser erka xwe bûn di encama teqîna mayînekê de li bajarê Hesekê şehîd bûbûn.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.

 (bb)

ANHA