Şehîd Ferec El Omer li Hesekê hat veşartin

Xelkê Hesekê, gund û bajarokên wê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ferec Ehmed El Omer oxir kir.

17 tebax 2024   21:03
HESEKÊ

Xelkê bajarê Hesekê, gund û bajarokên wê, endamên saziyên leşkerî û sivîl ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên eşîran beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ferec Ehmed El Omer (Omer Hesekê) bûn. Şehîd Ehmed El Omer li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hat veşartin. Ferec El Omer di 12ˊê Tebaxê de dema li ser erka xwe li kantona Dêrazorê bû, şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Herîs sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîdên me ji bo nifşên bê menare ne. Şehîd Ferec gewdeya xwe kir pireya ber bi bejahiyê ve."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Agirî Hesekê axivî û got: "Şehîdên me di oxira parastina vî welatî û gelên xwe de canê xwe da. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk li kêlek rêxistinên xwe yên terorîst şerê me dike."

Agirî Hesekê wiha domand: "Bi fedakariya şehîdan û îsrara wan me mezintirîn rêxistina terorîst li cîhanê têk bir. Tiştê li Dêrazorê bûye, komplo û fîtneyên bi destê gelek dewletan bû."

Agirî soza parastina tevahî pêkhateyan û şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Endamê Nıvîsgeha Têkiliyên Leşkerî şêx Ebdullah El Betran sersaxî da malbata şehîdan.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA