Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Aram Hesekê (Ehmed Xidir El Selûm) bi merasîmekê li Şedadê hat oxirkirin.

Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Aram Hesekê hat oxirkirin
2 sibat, 2025   16:04
HESEKÊ

Şervanê QSD’ê Aram Hesekê (Ehmed Xidir El Selûm) ê ku 30’ê Çileyê li bajarê Zirganê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Şedadê hat oxirkirin.

Merasîma cenaze ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hat organîzekirin. Girseyeke mezin a şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, partî, hêzên leşkerî û ewlehiyê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û tûrana leşkerî dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd Etiye axivî.

Etiye piştî sersax ji malbat û hevalên şehîd re xwest û diyar kir ku serkefitnên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.

Etiye xîtabî çeteyên dewleta Tirk, xayîn û sixûran kir û got "Bi xwîna şehîdên azadiyê yên şoreş, bi rihê her tiştên pîroz, bi qêrîna dayika şehîdn em ê tola şehîdên xwe ji xayînan hilînin û em ê  terorê li welatê xwe tune bikin."

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd li ser daxwaza wî ber bi gundê Sihiyê yê 15 km li bakurê navenda bajarê Şedadê ve hat oxirkirin.

(bb)

ANHA