Saziya Avê: Ji ber êrişê 200 hezar kes bê av in

Saziya Avê ya Kantona Firatê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona gundê Şiyûxa Jorîn de diyar kir di encama êrişan de bi qasî 200 hezar şênî bêyî ava vexwarinê mane.

Saziya Avê: Ji ber êrişê 200 hezar kes bê av in
3 sibat, 2025   15:00
KOBANÊ

Duh bi şev, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Şiyûxa Jorîn stasyona ku ava vexwarinê dide bajarê Kobanê û gundewarên wê, bombebaran kir. Di encamê de stasyon bi temamî ji kar derket.

Têkildarî êrişa li ser stasyonê, Saziya Avê ya Kantona Firatê daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Saziya Avê ji aliyê hevseroka saziyê Zozan Mehmûd Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî tê zanî dewleta Tirk a faşîst piştî ketina rejîma Baasê êrişên xwe li ser herêmên me tundtir kirin û gelek komkujî li dijî gelê me pêk anîn. Her wiha ji bo astengiyan ji gelê herêmên re çêkin û gel dev ji berxwedanê berde, binesaziya herêmê hedef girt.

2`yê Sibatê stasyona navendî ya ava vexwarinê ya bajarê Kobanê û gundewarên wê, bi balafirên şer bombebaran kirin û bi temamî xirab kirin. Di encama van êrişan de bi qasî 200 hezar şêniyên me dê bêyî ava vexwarinê bimînin. Ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in.”

Di dewamê de hate gotin: “Ji bo vê yekê banga me li saziyê mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî û her wiha Koalîsyona Navneteweyî ye ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û helwesta xwe zelal bikin.

Em wek Saziya Avê van kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Her çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê hewl bidin vîna gel bişikînin jî dê tu carî nekarin."

(sş/bb)

ANHA