Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Fransayê bi armanca ku projeya Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve nas bike, ji bo pêşxistina diyalog û piştevaniyê hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
11 gulan, 2025   14:45
REQA

Ji Fransayê şandeyek payebilind bi armanca naskirina ezmûna Rêveberiya Xweser û pêşxistina diyaloga siyasî hat Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şande ji Seroka rûmetê ya Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa Sylvie Jean, parlementera bajarê Seine-Saint-Denis yê hilbijartî, endama Partiya Komunîst û rêxistinên çep, Emily Luc, Rêvebera beşa projeyên navneteweyî Michel Laurent û rojnamevana Fransî Rosa Mousavi, ku di rojnameya L’Humanité a çep de dixebite, pêk dihat.

Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêd ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de her du aliyan geşedan û pêşketinên li herêmê nexasim li Sûriyeyê nîqaş kirin. Teqez kir ku di hemû pirsgirêkên Sûriyeyê de divê diyalog bibe faktora serdest.

Hevserokên Meclisa Rêveber jî rewşa siyasî û aborî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ezmûna Rêveberiya Xweser ji şandeyê re nirxand.

Sylvie Jean diyar kir ku armanca wan a serdanê fêmkirina modela Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve ye. Her wiha girîngiya serkeftinên ku Rêveberiya Xweser di warê jinan de bi dest xistine, rêgeza rêveberiya hevbeş a di navbera pêkhateyan de û xebatên jinûve avakirinê yên piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ’ê destnîşan kir.

Şandeyê rêbazên piştevaniya navneteweyî bi ezmûna Rêveberiyê jî nîqaş kir.

Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa (AFK) rêxistineke Fransî ye ku di sala 2013’an de wekî bersivek li ser qetilkirina sê çalakvanên jin ên Kurd li paytexta Fransayê, Parîsê, hatiye damezrandin. Armancên komeleyê: Xurtkirina hevgirtinê di navbera gelên Kurd û Fransayê de û belavkirina hişmendiya li ser pirsgirêka Kurd, pêşxistina modela xwerêveberiyê û demokrasiyê, bi taybetî di warê bihêzkirina jinan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de.

(bb)

ANHA