Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Şandeyeke ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyek ji Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
6 mijdar, 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye parvekirin de, şandeyeke ji Fransayê serdana herêmên Rêveberiya Xweser kiriye. Şande ji aliyê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.

Li gorî malperê, şande ji wezîrê berê yê perwerdeyê nîştimanî Michel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk tê. Şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji aliyê hevseroka daîreyê Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku sedema serdanê ew e ku peymana piştgiriyê ya serokomarê Fransayê ya ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya ragihîne.

Di hevdîtinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser behsa êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, bandora van êrişan li ser têkoşîna li dijî DAIŞ û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampan kir. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan, vegot.

Wezîrê berê yê perwerdeya nîştimanî Michel Blanquet jî anî ziman ku armanca ji serdanê ew e saziyên Rêveberiya Xweser nas bike û nameya serokkomarê Fransayê ya piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û rêveberiya wê re ragihîne. Her wiha anî ziman ku bi vê serdanê dixwazin teqez bikin ku tevkariya di navbera Fransa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dike.

Blanquet got: " Ez ezmûna Rêveberiya Xweser, şêwazê rêvebirinê û jiyana hevbeş a di navbera we de diecibînim. Lê êrişên li dijî we yên ji aliyê hinek welatên cîranê ve nayê qebûlkirin. Ez ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigerim da ku ziyanên ku ji ber êrişên dawiyê gihane we, bibînim.  Ez vegerim Fransayê em ê çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan bi awayekî xurtkirin nîqaş bikin."

Şandeya Fransayê li gel nûnerên Rêveberiya Xweser serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan li bajarê Qamişloyê kir.

(bb)

ANHA