Rûsyayê têkildarî îhtîmala vegera DAIŞˋê hişyarî da

Rûsyayê fikarên xwe li ser îhtîmala ji nû ve vegera çeteyên DAIŞˋê li Sûriyeyê anîn ziman.

Rûsyayê têkildarî îhtîmala vegera DAIŞˋê hişyarî da
11 kanûn, 2024   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov diyar kir ku metirsiyeke rastîn a îhtîmala ji nû ve vegera DAIŞ'ê li Sûriyeyê heye.

Ryabkov ji ajanseke Fransayê re ragihand ku serdema piştî Beşar Esed ji bo vegera çeteyên DAIŞ'ê û derxistina çeteyên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derfetek e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) havîna borî hişyarî li ser vegera terorê nexasim piştî zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ'ê, dabû.

(mh/fr)