Rûsyayê baregehên çeteyan bombe kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Rûsyayê baregehên çeteyan bombe kirin
6 mijdar, 2023   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke şer a Rûsyayê li dijî baregehên leşkerî yên çeteyên Tehrîr El Şam û Ensar El Tewhîd yên li gundê Meşon ê çiyayê Zawiyê ku dikeve gundewarê başûrê Idlibê, 3 êriş pêk anîn. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran heta vê kêliyê nehatine parvekirin.

Navenda Leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyeyê demeke berê daxuyandibû ku hêzên Rûsyayê êrişên hewayî li dijî depoyê dronên biçek ên çeteyan ên li Idlibê pêk anîne.

Balafirên şer ên Rûsyayê di 48 saetên dawîn de li dijî kanê kevir ê li herêma Nehr Ebyad, derdora baregeha leşkerî ya nêzî gundê Şexir ê li gundewarê Cisir Şixûr û baregehên çeteyên Tehrîr El Şam yên li daristana Eyn Şêb ya Idlibê û girên Kebane yên li Lazîqiyê 16 êriş pêk anîn.

Bi vê yekê, ji destpêka Mijdarê ve (di kêmî hefteyekê de) balafirên şer ên Rûsyayê herî kêm 24 êriş pêk anîn.

(c)