Rûsya: 239 dronên Ukraynayê hatin rûxandin

Hêzên Rûsyayê ragihand ku wê di şevekê de 239 dronên Ukraynayê rûxandine.

Rûsya: 239 dronên Ukraynayê hatin rûxandin
20 sibat, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û çavkaniyekî leşkerî yê Rûsyayayê ragihand ku hêzên Rûsyayê di şevekê de 239 dronên Ukraynayê rûxandine. Ji wan 90 dron li herêma Chernihiv bi mûşekên "Iskender" hatin rûxandin.

Ajansa nûçeyan a Sputnikê ku agahiyên xwe ji çavkaniyek leşkerî wergirtine, ragihand ku mûşekekê kombûneke dronên Ukraynayê kir armanc.

Wezaretê her wiha ragihand ku dron ji 19’ê Sibatê saet ji 23.00’an heya 20’ê Sibatê saet 07.00’an li gorî dema Moskovê hatin rûxandin.

Li gorî daxuyaniyê, dron li herêmên Bryansk, Deryaya Reş, Deryaya Azov, Komara Qirimê, Krasnodar, Rostov û Belgorodê hatine xistin.

(bb)