Rojnemeyên erebî: Beriya ketina Esed lihevkirin di navbera Tirkiye, Rûsya, Qeter û Îranê de çêbû

Rojnameyên erebî diyar kir ku Esed aloziyên xwe ji 3 eniyên vekirî yên li dijî xwe re hiştibûn. Rojnameyan destnîşan kir ku beriya ketina rejîma Esed, lihevkirin di navbera Tirkiye, Rûsya, Qeter û Îranê de çêbû.

Rojnemeyên erebî: Beriya ketina Esed lihevkirin di navbera Tirkiye, Rûsya, Qeter û Îranê de çêbû
12 kanûn, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de faktorên ketina Beşar Esed û bûyerên beriya ketinê nirxandin.

‘GELO LIHEVKIRINA TIRKIYE, RÛSYA Û ÎRANÊ SÛRIYEYÎ JI KAOSA KETINA REJÎMÊ RIZGAR KIRIN?’

Rojnameya El Ereb diyar kir ku rojek beriya ketina rejîma Esed li Dohayê civîneke sêalî di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de çêbû. Rojnameyê têkildarî civînê jî da zanîn: “Qeter jî beşdarî civînê hat kirin. Di civînê de lihevkirinek çêbû ku nexşerêyek pêşkêşî berpirsên muxalefetê were kirin û wan bide îqnakirin ku ev nexşerê dikare wan (muxalefetê) bi derve û hundir bide qebûlkirin, rê li ber aloziyeke zêdetir û parçebûna civakî û krîza aborî bigire.”

Rojnameyê bi bîr xist ku li gorî lihevkirina çaralî; "Îran bi temamî dest ji rejîma Esed berda û çekdar û şêwirmendên xwe ji Sûriyeyê vekişandin, her wiha destwerdana xwe ya di kar û barên Sûriyeyê de rawestandin, li beramberî vê jî Tirkiyeyê soz da ku hêzî komên çekdar ên li herêmên şîeyan nebe.”

Li gorî rojnameyê; "Îran serxweş bû ku li herêmê guhertinên dramatîk ji bo wê çêdibin, nemaze piştî derbeya giran a ku Hizbullaha Lubnanê xwarine û Sûriye veguherandiye qadeke vekirî ji bo balafirên Îsraîlê.

Der barê Rûsyayê de jî hate gotin: “Rola girîng a Rûsyayê di vê lihevkirinê de ew e ku ketina hevalbenda xwe ya sereke li herêmê anku rejîmê qebûl bike, mafê îltîcaya siyasî bide serokê rejîma hilweşiyayî û dawî li rola wî bîne.”

Rojnameyê têkildarî dewleta Tirk jî wiha nivîsand: “Piştî ku kom derbasî Şamê bûn, tişta ku dê li Sûriyeyê bibe, çi erênî be çi neyînî, şeklê têkiliyên wan koman û berjewendiyên wan dê werin nirxandin, lîstikên li ser neteweyan jî dikarin li herêmê agirekî ku nayê vemirandin vêxin.”

‘SIYASETÊN ESED DAWIYA WÎ ANÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ketina Esed wek “beşek ji qetandina zincîra pergalên faşîst ên ku di salên 1960ˈî de derketin, wekî Sedam li Iraqê û Qedafî li Lîbyayê” nirxand.

Her wiha hate gotin hîna zû ye siyaseta Heyet Tehrîr El Şam were nirxandin û hate diyarkirin ku siyasetên Esed nezaniya wî nîşan dide û hate gotin: "Esed aloziyên xwe ji 3 eniyên vekirî yên li hemberî xwe re hiştin: Eniyek bi Tirkiyeyê re, yek bi muxalefeta Sûriyeyê ya çekdar û eniyeke nerasterast li hemberî Îsraîlê. Ev kêşe hemû pir mezin bûn ku Sûriyeyê nekarî tehemul bike û ne jî suprîzek bû, lê bi rûyê wî de teqiya.”

(bb)