Rojnameyên erebî: Tehran amadekariyên bersivdayîna Til Evîvê dike

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de behsa amadekariyên Îranê ji bo bersivdayîna êrişa Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî: Tehran amadekariyên bersivdayîna Til Evîvê dike
13 nîsan, 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye, Şerq El Ewsat û El Nehar El Lubnaniye, di nûçeyên xwe de diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hin tevgerên Îranê şopandine ku balafirên bêmirov û moşekên krûz amade dike. Li gorî rojnameyan, dibe ku Îran êrişî hin armancan li Îsraîlê bike.

Rojnameyên ku agahiyên xwe dispêrên toreke amerîkî, destnîşan kir ku heta niha nayê zanîn ka tevgerên Îranê di çarçoveya bersivdayînê de bin an jî hewl dide êrişa muhtemel a Îsraîl û DYA`yê rawestîne.

Rojnameya El Ereb jî anî ziman ku herêma Rojhilata Navîn li benda bersivdayîna Îranê ye ku di raporeke xwe de pirsek derxist pêş; gelo bersivdayîna Îranê li gorî êrişa Îsraîlê be yanî dê kesayetên navdar bike hedef?

Bi nêrîna heman rojnameyê, heke bersivdayîna Îranê ne li gorî êrişa Îsraîlê be, wê demê dê bê encam be û dê rê li pêşiya êrişên Îsraîlê negire.

(şx)