Rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê: Êrişên dewleta Tirk dê bibin sedema vegera DAIŞ`ê

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên mirovî û sivîl ên Sûriyeyê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Rêxistinan hişyarî da ku ev êriş metirsiya vegera çeteyên DAIŞ`ê zêde dikin.

Rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê: Êrişên dewleta Tirk dê bibin sedema vegera DAIŞ`ê
18 kanûn, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êriş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞ'ê.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:

- Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.

- Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.

- Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.

- Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.

- Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.

- Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.

(k)