Rêxistinên civaka sivîl banga rawestandina êrişan kirin

Rêxistinên civaka sivîl ên li Hesekê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, nameyek ji civata navneteweyî û aliyên têkildarî re şand.

Rêxistinên civaka sivîl banga rawestandina êrişan kirin
31 kanûn, 2023   14:58
HESEKÊ

Rêxistinên civaka sivîl û saziyên ragihandinê nameyek ji NY, Koalîsyona Navneteweyî, wezaretên karên derve yên dewleta, Kongra Îslamî, Komkara Erebî û Vatîkanê re şandin. Di nameyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên rêxistinên sivîl û saziyên ragihandinê li ber çerxerêya Dêra Asûr a li taxa Til Hecer a li bajarê Hesekê hat xwendin.

Mudirê rêxistina Înşa Mesar Deham El Satam daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişan hate kirin û hate destnîşankirin ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên trajedîk ên li herêmê çêdibin, bi awayekî neyîn bandor li berjewendî û hêviyên her kesî dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin armanc ji van êrişan koçberkirina niştecihan, zêdekirina qada dagirkeriyê ye û pêkanîna guhertina demgorafiyê ye.

Her wiha hate destnîşankirin dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk têk bibe, tevna civakî ji hev bixe û aloziyên li herêmê biafirîne.

Rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniyê de aşkerakirin ku dewleta Tirk tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike û ev bang hat kirin: "Em bang li aliyên çalak, rêxistinên navneteweyî û herêmî dikin ku ji bo rawestandina êrişan, tedbîrên bilez û yekser bigirin. Ji bo çavdêrkirina tevahî binpêkirinan û gefan, komîteya lêgerîna rastiyê ava bikin. Em hêvî dikin ku hûn bersiv bidin bangewaziya me, ji bo ku rê li pêşiya êrişan bê girtin û nirxên qanûna navneteweyî û peymanên mafên mirovan bên parastin."

(şx)

ANHA