Rêxistinên Civaka Demokratîk: Komîteya Kongreya Diyalogê nêrîna yekalî nîşan dide

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Komîteya Kongreya Diyaloga Niştimanî bi awayekî takekesî hatiye avakirin, bêyî ku nûnertiya rast a hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigire ber çavan.

Rêxistinên Civaka Demokratîk: Komîteya Kongreya Diyalogê nêrîna yekalî nîşan dide
16 sibat, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî komîteya amadekar a “Kongreya Diyaloga Niştimanî” a ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em weke Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dilgiraniya xwe ya kûr der barê mekanîzmaya avakirina Komîteya Kongreya Diyaloga Niştimanî de tînin ziman. Ev Komîte bi awayekî takekesî hatiye avakirin, bêyî ku nûnertiya rast a hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybet pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û civaka sivîl li ber çavan bigire. Ev kiryar nêrîneke yekalî nîşan dide û berovajî prensîbên ku şoreşa Sûriyeyê li ser wan hatiye lidarxistin e."

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bang li desthilata Şamê kir ku "vegere ser rêgezên rast bo avakirina komîteyê û daxuyand ku "Divê komîteyeke were avakirin ku nûneratiya rasteqîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û daxwazên wan ên avakirina sistemeke demokratîk bi cih bîne."

(k)

ANHA