Rewşa nû ya Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Çavdêrên siyasî dibêjin ku dewleta Tirk li dijî hikmeta Şamê hêzên tundraw xistine nava tevgerê û hêzeke herêmî û navneteweyî pêre heye, da ku hesabên xwe bi Şamê re temam bikin û hebûna Îranê ya li herêmê tune bikin.

 Rewşa nû ya Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
2 kanûn, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser encamên vegera dewleta Tirk ji bo bikaranîna çeteyan û rewşa nebaş a xizmetguzariyê ya li Helebê piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) ketine bajêr.

‘ENCAMÊN VEGERA TIRKIYEYÊ BO BIKARANÎNA TUNDRAWAN’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser encamên vegera Tirkiyeyê ji bo bikaranîna çeteyên xwe û wiha nivîsî: "Tirkiyeyê dîsa hêzên tundraw li dijî rejîma Sûriyeyê xistin nava tevgerê, lê vê vê carê hêzeke herêmî û navneteweyî li pişta wê ye, hem Îsraîl û hem jî Amerîka ku dixwazin hesabên mayî bi Şamê re ji holê rakin û hebûna Îranê bi dawî bikin, hebûna leşkerî ya Rûsyayê asteng bikin. Lewma Washington û Enqereyê hemû dirûşmên li dijî tundrawiyê paşguh kirin, ku her duyan jî Heyet Tehrîr El Şam xistiye lîsteya terorê.

Tirkiyeyê û yên ku li Sûriyeyê li gel wê ne, careke din hêzên îslamî vejandin ku pir aliyan digot girîngiya van hêzan nemaye, piştî ku li gelek welatan bi bin ketin. Ev jî nîşan dide ku ne dûr e ku atmosfer ji bo pêleke nû yan tundrawiyê were amadekirin û sponsorên wan ên fermî yên berê jî vegerin, di serî de jî Enqere.

‘REWŞA XIZMETGUZARIYÊ LI HELEBÊ XIRAB E’

Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê, piştî kontrolkirina Helebê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve, li ser rewşa jiyan û xizmetguzariyê ya şêniyên Helebê nivîsî.

Hate gotin: “Nexweşxaneyên hikumetê êdî nikarin tu xizmetguzariyan pêşkêş bikin; karmendan nexwest bi El Nusra re hevkariyê bikin, derfetên karkirina nexweşxaneyan jî nemane. Her wiha piraniya nexweşxaneyên taybet rawestiyan. Bijîşk û hemşîre jî kêm bûne, ji ber ku piraniya wan koçber bûn.”

‘SÛRIYE... METIRSIYÊN REWŞA HEYÎ Û PÊWÎSTIYA DEWLETÊ’

Rojnameya Şerq El Ewset li ser aloziya vê dawiyê ya li Sûriyeyê wiha nivîsî: “Niha li Xeza, Lubnan û Sûriyeyê em pêşberî rewşeke nû ne. Şerê Îsraîlê yê li Lubnanê û êrişên hewayî yên li Sûriyeyê hişt ku Hizbullah û komên ser bi Îranê ve, li Sûriyeyê lawaz bibin. Dibe ku ev rewş yek ji sedeman be ku Heyet Tehrîr El Şam êrişa xwe li Helebê dest pê bike. Desthilatdariya Sûriyeyê nikare vê rewşa nû bipejirîne, her wiha jî Rûsya nikare. Tirkiye jî nikare di lîstika tevger û guhertinê de pir dûr biçe.”

(k)