Rêwar Awdanan: Divê Îran ber bi sîstemeke demokratîk ve biçe

Endamê Desteya Rêveber ya PJAK’ê Rêwar Awdanan da zanîn ku pêwîste Îranê ber bi sîstemeke demokratîk û dadperwer ve were guhertin ku Kurd û mafê hemû netewên Îranê heye ku beşdarî siyasetê bibin ku beşek ji biryardan û rêveberên welat bin.

Rêwar Awdanan: Divê Îran ber bi sîstemeke demokratîk ve biçe
29 adar, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Rêwar Awdanan di Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê tê lidarxistin de, bi rêya online beşdarî kongreyê bû û vîzyona partiya xwe ji bo rewşa niha ya Îranê li ser çar xalên sereke eşkere kir.

Rêwar Awdanan got ku mafê Kurdan û hemû netewên Îranî heye ku beşdarî siyasetê bibin û bibin beşek ji biryardan û birêvebirina welat. Her wisa da zanîn ku divê cudahî û hevrikiya navxweyî nebe sedema lewazbûna hêzên siyasî.

Her wisa Rêwar Awdanan di Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê Awdanan di axaftina xwe ya kongreyê de wiha got; “Jin di bin zext û qedexeyên rejîmê de ji mafên xwe bêpar dimînin. Lê tevî hemû zext û tundiyan jî, jin ji bo wekhevî û beşdariya siyasî têkoşîna xwe didomînin.”

Endamê Desteya Rêveber ya PJAK’ê Rêwar Awdanan Rêwar Awdanan axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bidawî kir.