Rêveberiya Xweser: Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ êriş dewam dikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ li Kampa Holê, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo bombebaran kir.

Rêveberiya Xweser: Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ êriş dewam dikin
2 sibat, 2024   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ şermezar kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya ji bo kontrolkirina Kampa Holê û sînordarkirina çalakiya şaneyan û ligel xebatên li dijî terorê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Asayîşê beşdarî wê dibin, dewleta Tirk a dagirker êrişeke dijwar li ser yek ji xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê, pêk anî. Di encamê de 4 endam şehîd û hejmarek birîndar bûn. Ev êriş û êrişa beriya wê hate kirin bi tevayî dikevin xizmetî DAIŞˊêtevgera DAIŞ`ê re ye û di xi û çalakbûna wê. Her wiha armanca wan êrişan astengkirina hewldanên hêzên ewlehiyê di çalakiyên wê de ji bo kontrolkirina ewlehiyê li Kampa Holê ye ku tê de îstixbaratên Tirkiyê bi awayekî zelal bi hemû hêza xwe destekê dide xebatên revandin û tevliheviyê û bi hemû awayan destekdayîna darayî, hêsan dike.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên êrişên dewleta Tirk re dixwazin. Em hêvîdar in ku birîndar di zûtirîn dem de baş bibin. Em bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî dikin ku dawî li kiryarên dewleta Tirk û dijminahiya wê bînin, ji ber ku bi van kiryaran derfetê  li pêşiya vegera terorê vedike.

 Ev êriş hewldaneke aşkera ya ji bo astengkirina rewşa jiyanî û pêşîgirtina li serkeftina derfetên kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê piştî kêmkirina tevgera DAIŞ`ê û aliyên mîna wê ye, ku dixwazin tevlihevî û şerê navxweyî geş bikin. Em teqez dikin ku Koalisyona Navneteweyî jî mîna Rûsya para wan ji berpirsiyariya van êrişan heye. Ji ber ku ev êriş di çarçoveya têkbirina hewldanên wan her du aliyan ên ji bo kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê û destekdayîna wê de ye. Em piştrast dikin ku hêzên me yên ewlehiyê di xebatên xwe de ji bo sînordarkirina vegera tundrawê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmên me û jiyana gelê me de, berdewam in. "