Rêveberiya Xweser banga vegera şandeya çavdêran a navneteweyî kir

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bang kir ku şandeya çavdêrên navneteweyî ya ku Nîsana 2012`an hatiye avakirin, ji nû ve bê çalakkirin.

Rêveberiya Xweser banga vegera şandeya çavdêran a navneteweyî kir
31 ÇILE, 2025   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li gel têkçûna saziyên fermi yên hikumetê nikare erkên ewlehiyê bi cih bîne û ewlehiya navendên stratejîk li erdnîgariya Sûriyeyê dabîn bike. 

Berdewama daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye: "Em îro li welatê xwe Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî û hestiyar û sererastkirina şaştiyên berê yên ji serdema desthilatdariya rêjîma berê û hilweşandina binesaziya civakî û derxistina cûdahiyê di navbera gelê Sûriyê re derbas dibinn. Ev wêranî bi zêdebûna şerên berdewam ên 14 salan re zêde bû û ji ber wê jî pêlên penaberî û koçberkirina bi darê zorê ên beşên mezin ji gelê Sûriyê, çêbû.

Her wiha bi milyonan gelê Sûriyeyê jî li derveyî dijîn û bi sed hezaran jî bi darê zorê li hundirê Sûriyeyê koçber bûne û nikarin vegerin cihên xwe yên resen. Şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên resen tevl î bi deh hezeran gelê Sûriyeyê di nava rewşên zehmet, kamp û navendên bicihkirinê yên demikî de li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi derfetên kêm û tunebûna alîkariyên mirovî tê birêvebirin, dijîn.

Mafê her kesî li Sûriyeyê heye ku vegere welatê xwe yê resen. Lê divê şert û mercên pêwîst ji bo vegera dildar û ewle ya wan kesan werin peydakirin. Li ser esasê berpirsiyariya me ya mirovî di Rêveberiya Xweser de, em hewl didin ku bi aliyên desthilatê re li Şamê têkiliyê çêbikin da ku vegera birûmet ji gelê me re peyda bikin.

Lê Rêveberiya Xweser garantiyên ewlekarî û çêkirina şert û mercên qanûnî yên guncaw ji bo vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wernegirt. Her wiha Rêveberiya Xweser rewşên guncaw ji bo vegea gelê Sûriyê ku di salên şer de koçberî herêmên wê bûne çi li bajar yan jî kampên mîna Kampa Holê ava kir û pêwîstiya vê yekê bi koordîneyeke rasterast ji aliyê rêxistinên navneteweyî jî ve heye.

Ji ber vê yekê jî em dibînin ku pêwîstî bi beşdarbûna rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar ji bo peydakirina vegera dildar û ewle ya hemû  koçber û penaberên ji hundirê Sûriyê, heye. E jî ji bo garantiya ewlekarî û rewşa wan ya qanûnî her wiha pêşkêşkirina alîkariya pêwîst ji wan li deverên wan ên resen li Sûriyê. Ew jî li gorî pîvanên navneteweyî û pêkanîna dadweriya veguhêz li dijî sûcdarên li dijî hemû gelê Sûriyê.

Em di Rêveberiya Xweser de di wê baweriyê de ne ku ji ber berdewamiya şer li hin herêman û zêdebûna aloziyan li hin deveran, li Sûriyeyê dê aştî pêk neyê. Hikûmeta Şamê ji ber hilweşandina saziyên fermî yên hikûmetê, nikare erkên ewlekarî, garantiya ewlehiya saziyên jiyanî û nuqteyên nakokiyê li ser erdnîgariya hemû xaka Sûriyeyê bi tena xwe pêk bîne û bi vegerandina çalakiyên rêxistinên navneteweyî di nav de Hêzên Çareseriya Pevçûnan ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî re, ku di sala 1974`an de dest bi erkên xwe li Sûriyê kiribûn.Em dibînin ku pêwîst e şandeyeke çavdêrên navneteweyî ku di Nîsana 2012`an de bi biryara Encûmena Ewlekariyê ji bo Sûriyeyê hatibû damezrandin û xalên nakokiyê yên heyî li Sûiyê bixe bin çavdêriya xwe de di nav de Bendava Tişrînê. Ew jî ji bo garantiya rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her wiha peydakirina vegera ewle ya koçber û penaberên sûrî ji herêmên wan ên resen re û bi koordîneya hêzên herêmî re"

(şx)