Rêveberiya Xweser bacên gumrikê yên bi herêmên din ên Sûriyeyê re betal kirin 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bacên gumrikê yên di navbera herêmên wê û herêmên din ên Sûriyeyê de betal kirin.

Rêveberiya Xweser bacên gumrikê yên bi herêmên din ên Sûriyeyê re betal kirin 
18 kanûn, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek bi hejmara 32’yan weşand. 

Li gorî biryanameyê bacên gumrikê yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û herêmên din ên Sûriyeyê de, hatin betalkirin.

Di biryarnameyê de hate gotin ku ew bacên gumrikê, di demên berê de ji ber şert û mercên awarte û dorpêça ku rejîmê li ser herêmên pêk anîbû, hatibûn danîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji saziyên têkildar xwest vê biryarê pêk bînin.

(k)