Reşîd Sofî bi merasîmekê li goristana Termik a Kobanê hat oxirkirin

Cenazeyê hunermend û mûzîkjenê Kurd ê mezin Reşîd Sofî bi merasîmekê hate oxirkirin. Beşdarên merasîmê got tu carî strêka Reşîd Sofî venamire.

18 sibat, 2025   18:01
KOBANÊ

Duh hunermend û mûzîkjenê Kurd ê mezin Reşîd Sofî ku yek ji stûnên huner û mûzîka çanda Kurd e, ji ber nexweşiya penceşêra cegerê, koça dawî kiribû.

Îro gelê Kobanê cezaneyê Reşîd Sofî ji morgê rakirin û li ser daxwaza wî cenazeyê wî li ber vêxistina staranên wî û hildana wêneyên wî, di nava kolanên bajarê Kobanê re gerandin û ber bi goristana Termik a başûrê bajarê Kobanê ve birin.

Piştî cenaze gihişt goristana Termik , li wir merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan gelê Kobanê, hunermend û malbata Reşîd Sofî ve amade bûn.

Di merasîmê, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê Ziyad Elî ji malbata şehîd Reşîd Sofî re sersaxî xwest.

Elî anî ziman ku divê her kes rêya mûzîkjenê Kurd Reşîd Sofî bişopîne û xwedî li keda wî derkeve û got: “Reşîd Sofî bi hunera xwe têkoşîn dikir û tu carî dest ji ax û welatê xwe berneda. Divê em wek hunermed şopdarê rêya wan bin û têlên tembûra wî bi stranên xwe ranewestînin.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku weke Reşîd Sofî digot ku bêyî hunerê jiyan nabe û got: “Mamoste Reşîd bi stran û hunerê jiyan dixemiland. Ji ber wê yekê jî em wek xelkê Kobanê û wek Rêveberiya Xweser sersaxiyê ji malbata şehîd Reşîd Sofî re dixwazin."

Hevserokê Yakitiya Hunermendan a Kobanê Sedûn Sedûn got ku bila serê gelê Kobanê û malbata Reşîd Sofî sax be û ev tişt anî ziman: “Reşîd Sofî digot ku mûzîka bedew di jiyanê de tu carî namire. Rast e wê tu carî strêka te venemire, em ê her tim şopdarê rêya mamoste Reşîd Sofî bin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Reşîd Sofî hat veşartin.

(sş/fr)

ANHA