Rengîniya biharê li baxçeyê xwe bicîh kir

Dayika ku şînkahî, gul û çandiniyê wekî parçeyek jiyana xwe dibîne, baxçeyê malê bi gul, darên fêkî û sebzeyan xemilandiye.

11 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Eyhan Silêman Yûsif a 60 salî li gundê Til Şeîîr ê girêdayî navçeya Tirbespiyê rudine. Temenê xwe bi çandinî, mijûlbûna şînkahî, gul û daran derbas kiriye. Bi gotineke din xwe wekî parçeyek xwezayî dîbine û wisa dijî.

Baxçeyê mala Dayika Eyhan vê rewşê radixe ber çavan. Baxçe bi cureyên gulan, darên fêkî û sebzeyan rengîn bûye.

Li baçxe gulên wekî Qawan (zer û spî), Xerîbê, Qezem, Tolîp û Nêrgiz; ji sebze û fêkiyan jî Xes, Beqdenûs, Sîr, Pîvaz, Cercîr, Fûl, Mişmiş, Îcas, Xox, Hinar, Tirî, Hejîr, Tû, Zeytûn û Zeyzefûn (Sinc) balê dikişînin.  Her wiha darên xemlê jî hatine çandin.

Eyhan wiha dibêje: “Ez ji berê ve ji gulan hez dikim, rihê min bi wan re ye. Rojane aşêv dikim, li derdora wan diçim û têm, bêhna min li bexçe derdikeve, nikarim jê dûr bikevim. Gul buhara dilan e, mirov li wan meyze dike, dilê mirov ji dinyayê re vedibe.”

(a)

ANHA