Rejîma Îranê îsal 883 kes darvekirin

Ajansa HRNA’yê diyarkir ji serê salê ve nêzî 883 kes li Îranê hatine darvekirin. Hat diyarkirin ku 26 jin hatine darvekirin.

Rejîma Îranê îsal 883 kes darvekirin
28 kanûn, 2024   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa HRNA’yê ku ji aliyê çalakvanên mafên mirov ve tê birêvebirin, diyarkir ji serê salê ve 883 kes li Îranê hatine darvekirin, di nava wan de 26 jin hene û 5 kes jî temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku îsal li gor par rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 33.5 zêde bûye.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di nava salê de li 207 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û cezayê 54 ji wan ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve hatiye erêkirin.

Hatiye gotin ku ji sedî 51,87’ê kesên hatine darvekirin bi tometa ‘madeyên hişber’ û ji sedî 40,54 jî bi tometa ‘kuştina bi zanebûn’ hatine tometbarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di sala 2023’yan de 834 kes li Îranê hatibûn darvekirin.