Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 2 Kurdan birî

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li du Kurdan birî. Hat diyarkirin ku her du kes bi tometa ‘sîxûrîkirina ji bo Îsraîlê’ ev ceza lê birîne.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 2 Kurdan birî
11 mijdar, 2024   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand du welatiyên Kurd ên bi navên Nasir Bekir Zade (25) yê xelkê Urmiye û Şahîn Wesafî (27) yê xelkê Selmas ji aliyê Liqa 3 ya Dadgeha Şoreşê ya rmiye ve cezayê darvekirinê lê hatin birîn.

Hat gotin ku her du welatî bi tometa ‘sîxûrkirîna ji bo Îsraîlê’ tên tometbarkirin.

Hat diyarkirin ku Şahîn Wesafî di Tîrmeha 2022’yan de li Urmiyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Çend mehan dibin êşkenceyê û îfadeya bi darê zorê de tometa ‘sîxûrkirina ji bo Îsraîlê’ xistin ser û piştre şandina girtîgeha navendî ya Urmiyê.

Hat gotin ku runiştina dadgehê ya Şahîn Wesafî bêy amadebûna parêzerên wî li Liqa 3 ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê pêkhatiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Welatiyê bi navê Nasir Bekir jî di Tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên îranê ve li Urmiyê hat girtin. Piştî çend hefteyek bi wekalet hat berdan. Piştre di meha Kanûna heman salê de carek din hat girtin û piştî çend mehek di jêr êşkence û lêpirsînê de ma, veguhestibûn girtîgeha navendî ya Urmiyeyê.