‘Rêber Apo hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd e’

Şêniyên Dirbêsiyê got pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê beşeke hewldanên dewleta Tirk ên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

‘Rêber Apo hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd e’
20 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Qamişloyê der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de axivîn.

Fatima Keleş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên demokratîk pêşkêş dike ku ximzeta tevahî gelan dike û da zanîn ku dewleta Tirk ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna ramanên wî û bandora wî tecrîdê girantir dike.

Fatima Keleş anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkan e û bi bîr xistin ku Rêber Abdullah Ocalan banga yekitî û aştiyê di navbera hemû gelan de dike.

Fatima Keleş bang li hemû hêzên kurdî kir ku berjewendiyên teng bidin aliyekî û yekitiya neteweyî ava bikin.

Hemîd Miêş jî destnîşan kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, binpêkirina herî mezin a li dijî mafên mirovan e. Hemîd Miêş ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewletên kapîtalîst ji ramanên Rêbertî ditirisin ku li dijîn pergala hegemonîk a li Rojhilata Navîn e. Çareserkirina pirsgirêka Kurd û mîsogeriya aştî û azadiya tevahî pêkhateyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe."

Fadiya Şêxo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biçin ku derê xirabiyê dikin û got, pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, nîşan dide ku Rêber Abdullah Ocalan hêza çareserî û aştiyê ye.

Fatiya Şêxo anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêviya yekane ya çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

(bb)

ANHA