QSD: Piştî operasyonê dê Hol ewletir be

QSDˊê hûrgiliyên li ser ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya li Kampa Holê aşkera kirin û diyar kir ku heta niha 37 çeteyên DAIŞˊê hatine girtin, her wiha rêxistinên nehikumî bi rola xwe ranebûn û alîkariyên guncaw nadin kampê ku êşên niştecihan sivik bikin.

QSD: Piştî operasyonê dê Hol ewletir be
2 sibat, 2024   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê hûrgiliyên li ser qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê  û YPJˊê di 27ˊê Çileyê de daye destpêkirin daxuyaniyek da.

Berfiheiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hêzên operasyona hevbeş (Hêzên Ewlekariya Hundirîn-QSDˊê –YPJˊê) ji bo paqijkirina Kampa Holê ji şaneyên DAIŞˊê yên terorîst, ji bo pêşîlêgirtina fikrên wan ên tundraw di pêşerojê de qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ da destpêkirin.

DÎTINA ÇEK Û CEBILXANEYAN

Rojê yekê ya operasyonê serketî bû; 21 endamên şaneyên DAIŞˊê hatin girtin, made û alavên terorî hatin destesrkirin. Ev tişt aşkera dikin ku pêdivî bi destpêkirina qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlheiyê hebû û dema destpêkirina wê jî da ku gefên terorê li hundirê kampê têk bibin. Ev jî dê herêmeke herî ewle li rojhilatê Sûriyeyê deverên din ên cîhanê peyda bike.

Di operasyonê de gelek alav û madeyên teqemeniyê, mayîn, bombe û tonel hatin dîtin. Ev careke din teqez dike ku ev hemû alav li gelek endamên DAIŞˊê hene da ku êrişên xwe yên terorîst pêk bînin. Lê hêzên me dê bi ser endamên wan şaneyên wê yên terorîst de bigirin û nehêlin îdeolojiya wan a gendel belav be.

Di rojên duyemîn û sêyemîn de hêzan bi dehan endamên terorîst girtin, her wiha miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyê desteser kirin; kemer teqandinê ji bo êrişên terorîst ên mezin.

Piştî sekinandina bi çend saetan a xebata hêzên hevbeş li hundirê kampê dîsa xebata lêgerîn û paqijkirinê berdewam kir. Di rojên borî de herêm careke din hate paqijkirin û bi awayekî mezin serket. Me di wê lêgerînê de çekên hatine biaxkirin li hundirê kampê yên ji bo piştgiriya terorîstên DAIŞˊî dîtin, li kêlek wê jî cebilxane û bombeyên destan jî hatin dîtin. Van madeyên hatine dîtin, sedema yekê ye ku ev operasyon were destpêkirin.

GIRTINA 37 ÇETEYAN

Weke bîlançoya destpêkê ya 7 rojan, hêzên operasyonê 37 terorîst ji şaneyên rêxistina DAIŞˊê girtin, mayîn û çek desteser kirin, her wiha gelek tonelên ji bo veşartina endam û çekan jî hatin dîtin.

RÊXISTINÊN NEHIKUMÎ BI ROLA XWE RANEBÛN

Ji bo serketina operasyonê û bidawîkirina xeteriyê li ser welatiyan, hêzên operasyonê nuqteyeke ewle ji bo bicihkirina niştecihan di dirêjahiya xebatên lêgerîn û paqijkirinê de ava kir, ruxmî banga rêveberiya kampê li rêxistinên nehikumî ku konan bînin da ku bi awayekî demkî wan niştecihan li wan bi cih bikin heta operasyona lêgerînê bi dawî dibe, lê wan rêxistina bi rola xwe ranebûn. Em vekirî bibêjin rêxistinên nehikumî ji rêveberiya kampê û niştecihên wê re tu desteka guncaw pêşkêş nekir.

Em rê nadin terorîstan ku ewlehî û îstîqrara kampê û niştecihên wê bixin xeteriyê û tevlihev bikin. Her wiha operasyon li hundirê kampê bi awayekî ewlehî pêk tê û tu gefan li ser tu civakeke din naxwe. Em rê nadin tundrawiyê û nahêlin rêxistina DAIŞˊê îdeolojiya xwe ya derewîn li herêmê û cîhanê belav bike. Heta Kampa Holê û deverên din ên cîhanê bi ewletir bin, em di xebatên xwe de dewam dikin. "

(fr)