QSD: Êrişên li gundewarê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê hatin têkbirin

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku şervanên QSDˋê tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi piştevaniya balafirên şer û bêmirov li dijî gundewarê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê têk birin.

QSD: Êrişên li gundewarê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê hatin têkbirin
4 ÇILE, 2025   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên QSDˋê tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi piştgiriya balafirên şer û bêmirov ên Tirkiyeyê li dijî deverên rojhilatê başûrê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Navendê diyar kir ku dê di çend saetên din de hûrgiliyên encamên berxwedana şervanên QSDˋê li dijî çeteyan û dîmenên wê berxwedanê parve bikin.

(fr)