QSD: Di êrişa Dêr Hafirê de welatî birîndar bûn

QSDˊê diyar kir ku di êrişên komên çete yên hikumeta demkî li dijî maleke li kêlek Nexweşxaneya Fedawî ya Dêr Hafirê de hejmarek welatî birîndar bûn.

QSD: Di êrişa Dêr Hafirê de welatî birîndar bûn
9 ÇILE, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Komên hikumeta Şamê, beriya çend kêliyan malek sivîl a bi ser Nexweşxaneya Fedawî ya li naverasta Dêr Hafirê de hedef girt, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn."

(fr)