Polîsan êrîşê girseya gel a dixwest biçe Taksîmê kirin

Polîsan êrîş birin ser girseya gel a ku dixwest biçe Taksîmê û gelek kes binçav kirin.

Polîsan êrîşê girseya gel a dixwest biçe Taksîmê kirin
1 gulan, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sed hezaran karker û kedkar li gelek bajaran herikîn qadên 1’ê Gulanê.  

Di serî de Stenbol û Wan û Amed, li gelek bajaran bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin.

Qada Taksîmê bi bendên polîsan hate dorpêçkirin. Polîsan destûr nedan girseya gel ku li ber Mizgefta Şîşlî li hev kom bûbû û dixwest biçe Taksîmê.

Li Mecîdiyekoyê jî poLîsan destûr nedan girseya gel a li hev kom bû. Li ser vê yekê çalakgeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsan li gelek nuqteyan êrîş birin ser gel. Gelek kes hatin binçavkirin.