Piştî her hevdîtinekê êrişeke nû pêk tê

Piştî her civîneke di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, êrişên leşkerî yên hêzên hikumetê û kampanyayên medyayî yên kesên girêdayî wê dubare dibin. Ev yek nîşan dide ku ji têkbirina derfetên lihevhatinê û gurkirina aloziyan kiryarên sîstematîk tên kirin.

Piştî her hevdîtinekê êrişeke nû pêk tê
6 ÇILE, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro droneke xwekuj a komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê herêma El Şiqêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ket. Ev êriş 2 roj piştî civîna di navbera şandeyeke Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de pêk hat. Piştî her civînekê di navbera her du aliyan de, êrişên leşkerî û kampanyayên medyayî yên li dijî herêmê û pêkhateyên wê zêde dibin.

Di 4`ê Çileya 2025`an de, civîneke leşkerî û ewlehiyê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hate lidarxistin. Piştî rojekê, di 5`ê Çileyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bajarê Deir Hafir ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz hatiye topbarankirin.

Ev êriş û kampanyayên medyayî ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve têne kirin. Di 20’ê Cotmeha 2025`an de, komîteyek leşkerî ya QSD`ê li bajarê Tebqayê pêşwaziya şandeyek hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir. Piştî vê yekê, dezgehên medyayê yên hikumetê got 2 leşkerên wan li nêzîkî Bendava Tişrînê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. QSD`ê ev îdia bi tundî red kir û ragihand ku wan li herêmê tu operasyon nekiriye.

Di 6`ê Cotmeha 2025`an de dema ku dan û standin di navbera şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pêk aihat, komên girêdayî hikumetê bi tank û topên giran êrişek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan destpêkirin. Di encama vê êrişê de jinek şehîd bû û 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di 7`ê Cotmeha 2025`an de, şandeyeke şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk dihat, li Şamê bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê karên derve Esed El Şeybanî re civiyan. Piştî civînê bi 3 rojan, kanala El Exbariya a hikumetê, li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku 3 endamên komên çekdar di êrişeke xwekuj a bi dronan de ku ji hêla QSD`ê ve li gundê El Mirêiya li gundewarên Dêrazorê pêk hat, birîndar bûne. Piştre QSD`ê ev îdia red kir.

Ev êrişên leşkerî û kampanyayên medyayê piştî her hevdîtinek di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de berdewam dikin.

Ev yek nîşan dide ku ji bo têkbirina derfetên lihevhatinê û gurkirina aloziyan kiryarên sistematîk ji hêla aliyên girêdayî hikumeta veguhêz ve tên kirin.

(k)