Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû

Însiyatîfên Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û ya Parêzerên Sûriyeyî yên Parastina Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê ya Helebê bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Beşdaran soza bilindkirina asta têkoşîna siyasî, dîplomasî, hiqûqî û qanûnî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Piştî 3 rojan çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
2 mijdar, 2023   17:46
HELEB

Îro Însiyatîfên Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û ya Parêzerên Sûriyeyî yên Parastina Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê ya di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku 10'ê Cotmeha borî  bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", destpê kiribû bi dawî kir.

Di roja dawîn de bi dehan endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl berê xwe da konê nobetê ya li qada çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Di serî de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji ber nêrîn û projeyên wî yên li dijî berjewendiyên dewletên kapîtalîst hat dîlgirtin.

Her wiha, endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî yên Parastina Rêber Abdullah Ocalan Eladîn El Xalid Kalo îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên cezayên dîsîplînî red kirin û got: "Em dizanin ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a Rêbertî li ser bingehên exlaq û mirovahiyê ye."

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bêrîtan Mihemed destnîşan kir ku azadiya gelên bindest bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Parêzer û endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî yên Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xalîde Mihemed daxuyaniya dawî ya çalakiyê xwend.

Xalîde Mihemed di serî de têkildarî kiryarên dermirovî û derhiqûqî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û civata navneteweyî, hêzên herêmî, navneteweyî, CPT'ê û rêxistinên Mirovî û Neteweyên Yekbûyî (NY) wek berpirsa tenduristî û saxiya Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.

Her wiha, Xalîde Mihemed bang li civata navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi daxuyaniyeke zelal rewşa Rêber Abdullah Ocalan diyar bikin û ji durûtiyê dûr bikevin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşîna siyasî, dîplomasî, hiqûqî û qanûnî ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Çalakî bi siloganên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendên seranserî cîhanê bi pêşengtiya kesayet û saziyên xwedî rol li dar ket û heta niha hejmara navendan gihîşt 100 navendî û gelek çalakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di çarçoveya wê de li dar ketin.

 (mh)