Piştevaniya Lezgîn sedema derengxistina hevdîtina Hemîdetî û Burhan aşkera kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn aşkera kir ku ji bo Hemîdetî û El Burhan li hev bicivin divê tevahî serokên IGAD`ê di wê civînê de hazir bin.

Piştevaniya Lezgîn sedema derengxistina hevdîtina Hemîdetî û Burhan aşkera kir
30 kanûn, 2023   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê fermandarê Hêzên PIştevaniya Lezgîn El Başa Mihemed Tebîq aşkera kir IGAD`ê li ser daxwaza Hêzên PIştevaniya Lezgîn ku divê tevahî serokê desteyê di civînê de hazir bin, civîna di navbera Hemîdetî û El Burhan dereng xistiye. 

Ajansa nûçeyan a El Alem El Erebî ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî sûdanî, ragihand ku Piştevaniya Lezgîn xwestiye civîn bi beşdariya serokên IGAD`ê ji El Burhan re îtîzamek be.

IGAD`ê çarşemê ragihand ku civîna di navbera El Burhan û Hemîdetî de hatiye derengxistin. Lê belê çavkaniyan ji IGAD`ê diyar kirin ku civîn heta Çileya bê hatiye derengxistin.

(şx)