Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin

Di semînera bi navê "29ê Çile: Ber bi Ku ve?", ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê û Tevgera Çaksaz a Sûriyeyê ve hate lidarxistin,  peymana 29ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û dikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat gotûbêjkirin.

Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
Peymana 29`ê Çileyê di semînerkê de hat gotûbêjkirin
20 hezîran, 2026   21:17
QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê û Tevgera Çaksaz a Sûriyeyê îro li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo semînerk bi navê "29ê Çile: Ber bi Ku ve?" li dar xist, geek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar beşdar bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, serokê Tevgera çaksaz a Sûriyeyê, Şukrî Şêxanî li ser peymana 29`ê Çile ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, ku ji 14 xalan pêk tê, axivî.

Şêxanî behsa bendên peymanê yên ku hatine bicîhanîn kir û got: "Naveroka peymanê pêşî li ser agirbestê ye û entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de ye."

Şêxanî her wiha li ser biyarnameya hejmar 13 axivî û bal ki]nd ser girîngiya naskirina Kurdan û nasnameya wan kir, her wiha diyar kir ku divê hikûmetê parastina cihêrengiya çandî li Sûriyeyê bike.

Di dawiya semînerê de beşdaran nêrînên xwe der barê mijrê anîn ziman.

(k)