Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû

Komîteya Perwerdê ya PYDˊê dewreya perwerdê ya li bajarê Çilaxayê ya der barê têgeha entegrasyona demokratîk li dar xistiye de bi dawî kir. Dewreya ku 5 rojan dom kir 40 endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, meclisa bajêr û malbatên şehîdan tev lê bûn.

Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû
Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû
Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû
Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû
Perwerdeya li ser entegrasyona demokratîk bi dawî bû
9 tîrmeh, 2026   16:19
QAMIŞLO

Komîteya Perwredê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dewreya perwerdê ya ku li hola PYDˊê ya Çilaxayê li dar xistiye, piştî 5 rojan ji semîner, rûniştinên xwendinê û nîqaşkirinê bi dawî kir. Di dewreyê de 40 endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, meclisa bajêr û malbatên şehîdan amade bûn.

Di dewreyê de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin û analîzekirin. Perwerde li ser 3 mijarên sereke, weke pirsgirêka civakî, dewlet û çareseriya entegrasyona demokgratîk bû.

Di roja dawî de endama Komîteya Perwerdê Nizhet Seyfudîn benda "Çareseriya entegrasyona demokratîk" xwendin û endamê PYDˊê Mihemed El Şerqî jî naveroka wê şîrove kir.

Piştî şîrovekirinê, amadebûyan nêrîn û nîqaşên xwe parve kirin, girîngî da danasîna têgeha entegrasyona demokratîk û got ew temsîla bingeha xurtkirina jiyana hevbeş di nava pêkhateyan û avakirina projeya demokratîk a li ser rêgeza biratî û wekheviyê de dike û parastina taybetmendiya her pêkhateyê dike.

(fr)

ANHA