Partiya Sûriya Pêşerojê dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe

Partiya Sûriya Pêşerojê ragihand ku dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe û diyar kir ku ew amade ye bi partî û hêzên din re hevalbendiyê çêke.

Partiya Sûriya Pêşerojê dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe
20 nîsan, 2024   15:27
REQA

Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke çapemeniyê li dar xist. Partiyê di civînê de ragihand ku ew ê tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan ên li herêmê bibe.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş û hevseroka partiyê Kewser Doko li pêşiya avahiya partiyê ya li Reqayê daxuyanî da. Endamên Meclisa Giştî ya partiyê û gelek rojnamevan tev li civînê bûn.

Di daxuyaniyê de hate got: "Em tev li hilbijartinên şaredariyan dibin. Em bang li heval, endam û endamên xwe dikin ku tev li pêşhilbijartinên partiyê bibin ji bo ku namzetên xwe hilbijêrin ên ku dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibin û nûnertiya gelê xwe bikin.

Em ji tevahî partî û hêzên siyasî re vekirî ne. Dikarin di blokekê de tev li hilbijartinan bibin. Bi tevlêbûna hilbijartinan û dengdanê re, em ê dest bi pratîkê bikin û demorasiya rast bi dest bixin, bi rêya hilbijartina namzetên xwedî tecrube û pispor.”

(şx)

ANHA