NY: Em amade ne piştgiriyê bidin vemirandina agir

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew amade ye piştgirî bide hewldanên vemirandina şewatên li gundewarên Laziqiyê.

NY: Em amade ne piştgiriyê bidin vemirandina agir
8 tîrmeh, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Sûriyeyê Adem Ebdulmewla bi daxuyaniyekê got rêxistinên navneteweyî amade ne piştgiriyê bidin hewldanên vemirandina şewatên li daristanên gundewarên Laziqiyê û mexdûrên şewatê.

Ebdulmewla fikarên xwe ji ber şewatên li daristanên Laziqiyê anî ziman û diyar kir ku di encama şewatab de, bi sedan malbat ji malên xwe reviyan, rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê û binesaziyê wêran bûn.

Ebdulmewla got tîmên NY’yê nirxandinên lezgîn dikin da ku asta karesatê û pêdiviyên mirovî yên herî lezgîn tesbît bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Di vê dema dijwar de, dil û mejiyê me bi xelkê Laziqiyê re. Em diyar dikin ku em amade ne piştgiriyeke bêdawî bidin desthilata herêmê û alîkariyên lezgîn bidin tevahî civakên mexdûr."

(bb)