Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên brîtanî re siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD`ê bi siyasetmedar û akademisyenên brîtanî li Londonê siberoja Sûriyeyê û dozên din nîqaş kirin.

Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên brîtanî re siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên brîtanî re siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên brîtanî re siberoja Sûriyeyê nîqaş kir
17 ÇILE, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn li otêla Park Plaza County Hall hate lidarxistin. 17 akademîsyen û siyasetmedar di civînê de hazir bûn.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokê nivsîgeha têkiliya a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed pêk hat.

Mudirê bernameya avakirina aştiyê û mafan ê peymangeha lêkolînkirina mafên mirovan a zanîngeha Columbia professor David L. Phillips û lêkolînerê bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Chatham House Neil Quilliam tev li civînê bûn.

Siberoja Sûriyeyê, teşeyê desthilatê, mekanîzmeya tevlêkirina rêveberiyê di welêt de, misogerkirina mafên kurdan û pêkhateyan rojeva civînê bû.

Di dawiya civînê de beşdaran teqezî bi xurtkirina hewldanên navneteweyî û herêmî ji bo sepandina aştiyê li Sûriyeyê kir.

(şx)

ANHA