Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê îro bi hikûmeta veguhêz re bicivin

Îro, dê fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û rayedarên hikûmetên Amarîka û Fransayê re bicivin.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê îro bi hikûmeta veguhêz re bicivin
9 tîrmeh, 2025   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya berdewamiya civîn û diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, şandeyeke siyasî û leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt Şamê.

Nûçegihanên me ragihandin ku şandeya siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê îro bi rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re bicive.

Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê Thomas Barrack û nûnerên hikûmeta Fransayê jî dê beşdarî civînê bibin.

Di 10`ê Adara vê salê de di navbera fermnariya Hêzên Sûriya Demokratîk û rayedarên Şamê de peymanek pêk hat. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê, di 1ê Hezîrana îsal de, li paytext Şamê, di navbera şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de civînek fermî pêk hat.

(k)