Nûnerê DYA’yê: Îsraîl û Sûriye li ser agirbestê li hev kir

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku Îsraîl û Sûriye li ser agirbestek li bajarê Siwêydayê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, li hev kirine.

Nûnerê DYA’yê: Îsraîl û Sûriye li ser agirbestê li hev kir
19 tîrmeh, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê Tom Barrack li ser medya dîjîtal X’ê têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Sûriyeyê li siwêdayê agahiyan belav kir.

Tom Barrack ragihand ku Îsraîl û Sûriyeyê li ser agirbestê li hev kirine. Tom Barrack got: “Em bang li Durzî, Bedewî û Sunniyan dikin ku çekên xwe deynin û nasnameyek nû û yekgirtî ya Sûrîyeyî ava bikin.”

Heman daxuyaniyê de Barrack destnîşan kir ku plana agirbestê, ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, ji aliyê Tirkiye, Urdun û welatên din ên cîran ên herêmê ve jî hatiye pejirandin.

Li gorî di medya Sûriyeyê de hatî belavkirin, di çarçoveya peymanê de saziyên îdarî û ewlehiyê yên dewletê li diwêdayê dê ji nû ve werin aktîfkirin. Li gorî El Erebiya, komên Durzî û komên çekdar ên ku ji Şamê piştgirî digirin dê di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de werin entegrekirin û hêzek polîsan dê li bajêr were bicihkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku komên ku peymanê red bikin dê ji welêt werin derxistin. Hikûmeta veguhêz ya Şamê ragihand ku ew ji rewşa herêmê ‘gelek bi fikarin’ û hêzek ewlehiyê ya taybet dê ber bi siwêdayê ve were şandin.

Serokê hikûmeta veguhêz ya li Şamê Ehmed Şera, di axaftina xwe ya li ser televîzyona dewletê de ragihand ku berpirsiyariya misogerkirina ewlehiyê li siwêdayê derbasî rêberên olî û komên herêmî bûye.