Nûnerê DYA’yê: Dan û standinên di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê kirin

Nûnerê taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack got "Diyalogê di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê kiriye, her kes ji bo gihaştina lihevkirinekê lez dike."

Nûnerê DYA’yê: Dan û standinên di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê kirin
7 tîrmeh, 2025   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Sûriyeyê Tom Barrack piştî hevdîtina li gel serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn a li Koşka Beidabayê, daxuyaniyek da.

Barrack got diyaloga di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê kiriye, her kes ji bo gihaştina lihevkirinekê lez dike.

Nûnerê DYA’yê anî ziman ku ew dixwazin dawî li şerê li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê were.

Li gorî nûçeyeke berê ya televîyona i24NEWS ku agahiyên xwe ji çavkaniyên sûriyeyî wergirtibûn, Îsraîl û Sûriye nêzîkî îmzekirina peymaneke aştiyê berî dawiya sala 2025’an bûne. Li gorî çavkaniyan, peyman ji vekişîna gav bi gav a ji herêmên Çiyayê Şêx ê Colanê pêk tê.

Çend roj berê, rayedarên Îsraîlê gotibû, bêyî vekişîna Îsraîlê ji Girên Colanê yên dagirkirî, serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şerî peymana aştiyê bi Tel Avîvê re îmze nake. Rayedaran daxwazên Şamê yên ji bo vekişînê wek astengiyeke mezin a li pêşiya lihevkirineke dawîn a di navbera her du aliyan de bi nav kirin.

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê jî ku agahiyên xwe dispêre rayedarên payebilind, ragihand ku hevdîtinên heyî li ser gihaştina rêkeftineke ewlehiyê ne, ne li ser rêkeftineke aştiyê. Her wiha aşkera kiribû ku hevdîtin bi navbeynkariya herêmî û navneteweyî têne kirin û DYA bi rêya kalanên veşartî rêveçûna muzakereyan dişopîne.

(bb)