NATOˊyê mûşekeke Îranî ya berê wê ber bi Tirkiyeyê ve bê bandor kir

NATO'yê diyar kir ku wê mûşekeke Îranî ku ber bi Tirkiyeyê ve diçû, bê bandor kiriye. Ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn ve ev cara 4ˊan e mûşek ber bi Tirkiyeyê ve tên avêtin.

NATOˊyê mûşekeke Îranî ya berê wê ber bi Tirkiyeyê ve bê bandor kir
30 adar, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

NATO'yê da zanîn ku wê mûşekeke Îranî ku ber bi Tirkiyeyê ve diçû bê bandor kiriye. Ji destpêka şerê li Rojhilata Navîn ve ev cara 4ˊan e mûşekên ber bi Tirkiyeyê ve tên astengkirin.

Berdevka NATO'yê Alison Hart li ser platforma Xˊê nivîsand ku NATO "amade ye rûbirûyî heman gefan bisekine û dê her tiştî pêwîst ji bo parastina hemû hevalbendan bike."

(ac/fr)

ANHA