MSDˋê ji bo wefata Selman Şebîb peyameke sersaxiyê da

MSDˋê ji bo wefata siyasetmedarê Sûriyeyî û serokê Partiya Sûriye Ewlen Selman Şebîb peyameke sersaxiyê da.

MSDˋê ji bo wefata Selman Şebîb peyameke sersaxiyê da
10 sibat, 2025   23:58
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî wefata siyasetmedarê Sûriyeyî Selman Şebîb peyameke sersaxiyê da. Di peyamê de hat gotin: "MSDˋê sersaxî da malbata siyasetmedarê Sûriyeyê Selman Şebîbî yê ku jiyana xwe ji bo parastina dozên neteweyî terxan kiriye. Şebîb di wê baweriyê de bû ku diyalog û dan û standina di navbera Sûriyeyiyan de rêbaza yekane ya xelasiya welatî ji krîzên kûr e."

Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku Şebîb mirovekî ku xemên welat hilgirtibû û ji bo xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê xebitî û bawerî bi lihevkirina hemû aliyan hebû ku Sûriyeyê ber bi paşerojeke demokratîk a piralî ve bibin.

MSDˋê di dawiya peyama xwe de got: "Di dema ku em xatirê ji kesayeteke neteweyî dixwazin, em sersaxiyê didin malbata wî, berpirs û endamên Partiya Sûriye Ewlen, dost û hezkiriyên wî."

(fr)

ANHA