MSD: Gavên avakirina baweriyê dê rê li ber diyaloga nîştimanî vekin

MSD’ê têkildarî girtî, destgîrkirî û dîlgirtiyan daxuyaniyek da û diyar kir “Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dike ku bidestxistina pêşketineke berbiçav di gavên avakirina baweriyê de, li gel vîneke siyasî ya rastîn, dê rê li ber destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya berpirsyar veke ku bibe bingeha avakirina Sûriyeya nû ya li ser dadmendî, hevkarî û pirrengiyê.”

MSD: Gavên avakirina baweriyê dê rê li ber diyaloga nîştimanî vekin
24 sibat, 2026   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya MSD’ê de wiha tê gotin:

“Di çarçoveya berdewamiya xerabûna rewşa mirovî û jiyanî ya ku sûriyeyî li herêmên cuda tê de dijîn û li gel dijwarbûna kêşeyên aborî û ewlehiyê, Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dike ku gavên avakirina baweriyê dergehê bingehîn e ji bo pêşxistina proseya çareseriya siyasî. Di vê çarçoveyê de, Meclis piştgiriya xwe nû dike ji bo hemû gavên cidî yên ku bicihkirina lihevkirinên 29’ê Rêbendanê (Çile) bi rengekî temam û hevgirtî misoger dikin, bi awayekî ku encamên berbiçav li ser erdê bi dest bixe.

‘SERBESTBERDANA GIRTIYAN LI HESEKÊ ERÊNÎ YE’

Meclis pêşwaziya serbestberdana bi dehan girtiyên li parêzgeha Hesekê dike û vê gavê wekî nîşaneke erênî dibîne ku dikare wekî bingeh jê re were girtin.

Di heman mijarê de, Meclis amaje bi gavên ku li hin herêmên din ên Sûriyeyê ku di çarçoveya biryarên efûyê de hatine avêtin dike ku dibe ev gav bibin dergeheke girîng ji bo çareserkirina vê dosyayê; bi şertê ku bibe nêzîkatiyeke berfireh û domdar ku serbestberdana hemû girtiyan bêyî cudakarî misoger bike da ku beşdarî xurtkirina atmosfera baweriyê li ser asta nîştimanî bibe.

‘PEVGUHERTINA DÎLGIRTIYAN DIVÊ BI LEZ DEST PÊ BIKE’

Meclis bang li tevgera bilez û cidî dike ji bo destpêkirina operasyonên pevguhertina dîlan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta Sûriyeyê de; wek gaveke mirovî ya lezgîn û yek ji rêyên bingehîn ên avakirina baweriyê di çarçoveya lihevkirinên 29’ê Rêbendanê de, da ku beşdarî kêmkirina azarên mirovî bibe û şert û mercan ji bo pêşxistina çareseriya siyasî amade bike.

Meclis daxwaz dike ku ev rêgeh bi serbestberdana hemû girtî û binçavkiriyên ku li ser bingehên ne yasayî yan bi awayekî kêfî hatine girtin were temamkirin, li gorî mekanîzmayên zelal û aşkera ku rêzgirtina serweriya yasa û pîvanên navdewletî yên mafên mirovan misoger dike.

‘GIRTINÊN KÊFÎ ASTENGIYEKE HERÎ MEZIN E’

Di vê çarçoveyê de, meclis tekez dike ku mijara girtinên kêfî hîn jî yek ji mezintirîn astengiyan e ku bandorê li baweriya welatiyan bi proseya aramî û çareseriya siyasî dike. Her wiha tekez dike li ser pêwîstiya çareserkirina vê mijarê bi rengekî giştî li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê, bi awayekî ku dawî li vê diyardeyê bîne û prensîba serweriya yasa û wekheviya di navbera hemû welatiyan de bi cih bike.

VEGERA KOÇBERÊN JI EFRÎNÊ

Her wiha meclis pêşwaziya vegera nêzîkî 400 malbatên koçberên Efrînê bo herêmên wan dike. Meclis tekez dike ku ev gav, tevî girîngiya xwe, divê bibe beşek ji çareseriyeke berfireh û cidî ji dosyaya koçber û derbideran re, bi rengekî ku vegera ewle, xwebexş û birûmet misoger bike, mafên niştecîbûn û milkdarî biparêze û binpêkirinên ku bi koçberkirinê re rûdane çareser bike, da ku rê li ber dubarebûna wan bigire û aramiya civakî xurt bike.

‘VEKIRINA RÊ Û DERGEHÊN LI DERDORA KOBANÊ Û HESEKÊ PÊDIVIYEKE LEZGÎN E’

Meclis destnîşan dike ku vekirina rê û dergehên navxweyî, nemaze li derdora bajarên Kobanî û Hesekê, pêdiviyeke mirovî û aborî ya lezgîn e. Ev yek xwedî roleke mezin e di hêsankirina tevgera sivîlan, çalakkirina jiyana aborî û xurtkirina aştiya navxweyî de, bi misogerkirina azadiya çûnûhatin û niştecihbûnê bêyî cudakarî ji bo hemû welatiyan.

Li gorî nêrîna Meclisê, serkeftina bicîhkirina lihevkirinên navborî, tevî vîna aliyên peywendîdar, pêdivî bi hawîrdorek herêmî û navdewletî ya piştgir û berpirsiyar heye, ku beşdarî çespandina van gavan bibe û wan veguherîne rêyekî domdar ji bo aramiya demdirêj.

Her wiha tekez dike ku çespandina aramiyê li herêmên cuda yên Sûriyeyê, di nav de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stûneke bingehîn e ji bo aramiya giştî ya welat, bandoreke erênî li ser ewlehiya herêmî dike, beşdarî kêmkirina metirsiyên alozî û anarşiyê dibe û piştgiriya hewldanên berdewam ên têkoşîna li dijî terorê dike.

Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dike ku divê bicihkirina lihevkirinên navborî bi rengekî hevseng û hemwext ji aliyê hemû aliyan ve were kirin, da ku rê li ber astengkirin an valakirina naveroka wan were girtin û bibe bingehek ji bo qonaxeke nû ya xebata hevbeş a li ser bingeha bawerî û berpirsyariya nîştimanî.

Li ser bingeha nêrîna xwe ya ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî, meclis amadehiya xwe nû dike ji bo tevlêbûneke erênî û çalak di her rêyeke nîştimanî ya cidî de ku bibe sedema çareseriyeke siyasî ya berfireh û domdar, beşdarbûna hemû sûriyeyiyan misoger bike, yekparçeyiya welat biparêze û rûmeta gelê wê biparêze.

Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dike ku bidestxistina pêşketineke berbiçav di gavên avakirina baweriyê de, li gel vîneke siyasî ya rastîn, dê rê li ber destpêkirina diyalogeke nîştimanî ya berpirsyar veke ku bibe bingeha avakirina Sûriyeya nû ya li ser dadmendî, hevkarî û pirrengiyê.”