MSD: Divê li ser şehîdxistina Sîpan lêpirsîneke cidî bê kirin

MSD‘ê diyar kir ku çavgirtina li sûcê qetilkirina Sîpan de dê bibe sedema ku sûcên bi vî rengî dewam bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê ev sûc ne wekî bûyereke fedî, lê bi îhtîmala hebûna sedemên etnîkî were lêkolînkirin.

MSD: Divê li ser şehîdxistina Sîpan lêpirsîneke cidî bê kirin
11 îlon, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser şehîdxistina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD‘ê sûc bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev sûc xwedî karekterekî ye ku bi taybetî gelê Kurd dike hedef û ji êrişên berê yên li dijî vê pêkhateyê hatine kirin cuda nîn e.

MSD‘ê der barê vî sûcê de daxwaza lêpirsîneke cidî û zelal kir û da zanîn ku divê ev sûc ne wekî bûyereke fedî, lê bi îhtîmala hebûna sedemên etnîkî were lêkolînkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, berdewamiya van êrişan berdewama polîtîkayên dîrokî yên şaş e ku bi dehsalan bi paşguhkirin û derxistina wan ji jiyana civakî re nêzîkî Kurdan dihat kirin, hesabnep ji vê sûcê dê bibe sedema berdewama heman rêbazê be û jê ne cuda be.

MSD‘ê, hikumeta veguhêz hişyar kir ku û destnîşan kir ku "Piştî ewqas fedakariyên ku Kurdan ji bo ewlehiya tevahiya Sûriyeyê dane, çavgirtina li mîna van sûcan ku Kurdan dîsa ber bi dûrketina ji civakê û hestê neheqiyê ve dibe, dê nebe bingeha dadwerî û lihevhatina rastîn. Dadwerî û lihevhatina rastîn ne bi paşguhkirina nasnameya qurbaniyan, lê bi rûbirûbûneke eşkere ya rastiyan û çareserkirina bingehîn a siyaseta dîrokî ya paşguhkirinê ava dibin."

MSD‘ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd Sîpan re xwest û keda wî ya di parastina ewlehiya herêmê de vegot, her wiha piştgiriya xwe bi malbatê re anî ziman û sebir û aramî xwest.

(bb)