MSDˊê li Almanyayê panelek li dar xist

Nûnertiya MSDˊê ya li Almanyayê li navenda xwe ya li Dortmund bi armanca nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê panelek li dar xist.

MSDˊê li Almanyayê panelek li dar xist
MSDˊê li Almanyayê panelek li dar xist
MSDˊê li Almanyayê panelek li dar xist
17 adar, 2024   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di panelê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Muselet, siyasetmedar, çalakgerên sûriyeyî û sûriyeyî beşdar bûn.

Hevserokê MSDˊê Mehmûd El Muselet li ser pêşdeçûnên siyasî, tevahî bûyerên sûriyeyî û atengiyên li pêşberî dosyaya Sûriyeyê axivî.

Der barê rêveçûna çareseriyê de, El Muselet destnîşan kir ku desthilata Şamê di siyasetên xwe yên serhişkî de dewam dike, ew jî yek ji sedemên sereke yên krîzbûna rewşa siyasî di dosyaya Sûriyeyê de, her wiha li dora biryarên navneteweyî mîna biryara 2254ˊan dizîvire û dide paşguhkirin.

El Muselet ji beşdaran re nêrîna MSDˊê ji bo çareseriyê aşkera kir û got MSDˊê amade bi tedvahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê re ji bo bidawîkirina krîzê, avakirina pêşerojeke ronîdar ji keç û xortên gelê Sûriyeyê re diyalogan bike.

Nûnerê MSDˊê li Almanyayê Rizgar Qasim xebatên MSDˊê û hewldanên xwe yên gihandina lihevkirinên neteweyî ku yekitiya Sûriyeyê geş dike û kongreya xwe ya 4ˊan ku di Kanûnê de hatiye lidarxistin, pêşkêş kirin.

Di dawiyê nîqaş hatin kirin. Nîqaş li ser doz û pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê, projeyên Rêveberiya Xweser yên geşepêdanê û aborî hatin kirin. El Muselet bersiv da û hewldanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên têkildarî van aliyan de şîrove kirin.

(fr)