Mijara koçberên Şehbayê negihişt çareseriyekê, hewldan didomin

Hevdîtinên di derbarê valakirina 17 dibistanên li Qamişloyê ku 210 malbatên koçberên Şehba û Reqayê tê de ne, negihişt çareseriyekê.

Mijara koçberên Şehbayê negihişt çareseriyekê, hewldan didomin
26 tebax, 2026   12:51
QAMIŞLO

Hevdîtinên di derbarê valakirina 17 dibistanên li Qamişloyê ku 210 malbatên koçberên Şehba û Reqayê tê de ne, negihişt çareseriyekê. 

Hevdîtin di navbera Meclîsa Gel a Qamişloyê, Meclîsa Sivîl a Şehbayê û Gerînendeya Perwerdeyê de pêk tên. Îro di encamê hinek hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêkê de, çareseriyek derneket.

Meclîsa Gel a Qamişloyê û Gerînendeya Perwerdeyê xwestin ku heta demjimêrên êvarê dibistan bên valakirin.  Meclîsa Sivîl a Şehbayê jî xwest ku ji bo koçberan cihek din bê amadekirin ku koçber bikarin derkevin.

Hevdîtinên ji bo çareseriyê didomin.

(bî/k)

ANHA